Dengdana gera yekem a hilbijartina serokomarê nû yê Fransayê dest pê kir
PeyamaKurd – Li Fransayê îro 10ê Nîsanê gera yekemîn a hilbijartinên serkomariyê birêve diçe û 12 namzed ji bo bibin serkomarê nû yê Fransayê di hevrikiyê de ne.
Hilbijartinên Fransayê 5 salan carekê û bi du gerên cuda yên dengdanê têne kirin ku gera duyem jî 24ê Nîsanê birêve diçe û namzedê serketî 13ê Gulanê dest bi kar dike.
Hat ragihandin ku îro Yekşemê li demjimêr 08.00 bi dema Fransayê proseya dengdana hilbijartina serokomariyê li seranserê Fransayê dest pê kiriye û biryare dengdan heta demjimêr 19:00 li gorî dema xwecihî dewam bike.
Yek ji namzedên sereke yên hilbijartina serokomariyê serkomarê niha Emmanuel Macron e û reqîba wî ya herî bibandor jî Seroka Partiya Yekîtiya Netewî Marine Le Pen e.
Li Fransayê mafê 48.7 milyon kesan ê dengdanê heye û namzedê di gera duyem de dengên zêde bistîne dibe serokomar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin