Serokomarê Iraqê hilbijartina Trump a ji nû ve pîroz kir
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ji ber serkeftina Donald Trump di hilbijartinên serokomariya Amerîka de pîrozbahî li Donald Trump kir.
Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd îro 5ê Mijdarê peyamek li ser Xê belav kir û tê de got: "Ez pîrozbahiyê li Serok Donald Trump dikim ji ber serkeftina wî di hilbijartinên serokatiyê de. Em ji wî û rêveberiya wî re serketinê dixwazin di pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ber bi pêşkeftin û xweşguzariya zêdetir.”
Letîf Reşîd diyar kir: “Em hêvî dikin qonaxeke nû peyda bibe ku aştî û aramî li navçeyê bicih bibe û têkiliyên avaker bi awayekî ku xizmeta berjewendî û daxwazên gelan bike, xurt bike.”
Hêjayî gotinê ye, derbarê kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El-Muhendis de, ji aliyê dadgeha Bexdayê ve biryara girtina Donald Trump heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin