Dibe ku hilbijartina Yunanîstanê, biçe gera duyem

22 May 2023 14:00 0 dîtin
Dibe ku hilbijartina Yunanîstanê, biçe gera duyem

PeyamaKurd- Di hilbijartinên Giştî yên Yunanîstanê ku duh hatin rêvebirin de Partiya Demokrasiya Nû (ND) ya Serokwezîr Kiryakos Mîçotakîs bû ku li gorî encamên nefermî ji % 40,81 dengan stend, lê nikaribû piraniya parlamentoyê bi dest bixe.

Hat diyarkirin ku di hilbijartinan de ji % 85ê dengan hatin jimartin. Li gorî encamên nefermî, partiya Serokwezîr Kiryakos Mîçotakîs a Demokrasiya Nû (ND) di hilbijartinan de ji % 40,80 dengan bi dest xist, lê nekarî piraniya parlamentoyê bi dest bixe.

Piştî NDê, Koalîsyona Çep a Radîkal-Tifaqa Pêşverû (SYRIZA) ku Aleksîs Çîpras pêşengiya wê dike, ji % 20,06 ê dengan stend û di rêza duyemîn de hilbijartin temam kir.

Tevgera Sosyalîst a Panhelenîk (PASOK) ji % 11,62, Partiya Komunîst a Yunanîstanê (KKE) ji % 7,17, Çareseriya Yunanîstanê (EL) jî ji % 4,47 ê deng stendin.

Hat zanîn ku ji 27 partiyên siyasî, 8 tifaq û 1 namzetê serbixwe yên beşdarî hilbijartinê bûn, bi giştî 5 partî û tifaqan benda ji % 3 derbas kirin û mafê ketina meclîsê wergirtin. Tê payîn ku encamên fermî yên hilbijartinê sibe bên eşkerekirin.