HILBIJARTIN – TIRKIYE | Dengdana gera duyem dest pê kir

28 May 2023 09:14 0 dîtin
HILBIJARTIN – TIRKIYE | Dengdana gera duyem dest pê kir

PeyamaKurd – Dengdana hilbijartina serokomariya Tirkiyeyê ya gera duyem ku îro 28ê Gulanê roja Yekşemê birêve diçe, dest pê kir.

Li Tirkiye û bajarê Bakurê Kurdistanê zêdetirî 64 milyon hilbijêr îro diçin ser sindoqan û ji bo du namzedên serokomariyê namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu û namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan deng didin.

Proseya dengdanê heta demijmêr 17:00 berdewam dike ku li gorî biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) û rabûna qedexeyan dê belavkirina encamên hilbijartinan dest pê bike.

Di gera yekem a hilbijartinan de, Erdogan ji sedî 49.52yê dengan û Kilicdaroglu jî ji sedê 44.88ê dengdan wergirtibû û ji ber ti namzedekî ji sedî 50+1ê dengdan wernegirtibû hilbijartin mabû gera duyem.

Di vê hilbijartina dîrokî ya Tirkiyeyê de ku çavê dinyayê li ser e, opozîsyona Tirkiyeyê hewl dide piştî 21 salan dawiyê li deshilata Erdogan bîne.