RAPIRSÎN | Hûn ê di gera duyem de dengê xwe bidin Erdogan an Kilicdaroglu?
PeyamaKurd – Kompanya Metropollê encamên rapirsîna dawî ya li ser egera Erdogan û Kiliçdaroglu eşkere kir û da zanîn, di gera duyem a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê de, rêjeya dengên Recep Tayyip Erdogan %44,9 û rêjeya dengên Kemal Kilicdaroglu %43,9 e.
Kompanya Metropollê di rapirsiya di meha Îlonê de, ji beşdarvanan pirsa, “Hûn ê di gera duyem de dengê xwe bidin Erdogan an Kilicdaroglu?” hatiye pirsîn. Li gor encaman, ferqa di navbera dengên Erdogan û Kilicdaroglu de %1 e.
Herwiha ji %44,9ê beşdarvanan gotine “em ê dengê xwe bidin Erdogan” û %43,9ê beşdarvanan jî gotine “em ê dengê xwe bidin Kilicdaroglu.”
Rêveberê Metropollê Ozer Sencar jî li ser hesabê xwe yê medya civakî encamên gera yekem a bi berbijêriya Erdogan, Şaredarê Enqerê Mansur Yavaş û berbijêrê HDPê parve kirin. Li gor rapirsiya Metropollê, di gera yekem de Erdogan %42,1, Mansur Yavaş %35 û berbijêrê HDPê jî %14,7ê dengan distîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin