Li Efrînê serokê esîra Ereb hat revandin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Efrînê çekdarên koma Cebhe El-Şamiye ku bi ser artêşa Tirkiyê ve ne, doh 4ê Mijdarê li Efrînê bi ser malên eşîra Bobana ya Ereb de girtine û serokê eşîrê jî revandine.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên Cebhe El-Şamiye êrişî mala serokê eşîra Bobana Faris El-Şêx ya li têketina bajarê Efrînê kirin û ys encama êr^sşê de kurê serokê eşîrê bi giranî birîndar bû ku ew rakirin nexweşxaneyê.
Herwiha gelek kesên ku di nav de jin jî hene, birîndar bûne û çekdaran serokê eşîrê Faris El-Şêx revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.
Her wiha çeteyên Firqeya Hemzat duh 50 serî pezê şivanekî dizîn ku di navbera gundên Kîmar û Meyasê yên navçeya Şêrawa ya gundewarên bakurê rojavayê Efrînê de diçêrandin û îşkence li şivan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin