Li Efrînê kurdekî din hat revandin û erebeyeke sivîl hat gulebaran kirin
PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, kiryarên nemirovî yên komên çekdar berdewam dikin û herî dawî sivîlekî Kurd hat revandin û yekî din jî hat birîndar kirin.
Polîsên Leşkerî yên girêdayî komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, sivîlê bi navê Ebdîn Etena yê ji gundê Hebo yê navçeya Mabata ya Efrînê revandin.
Li gorî malpera Afrîn Postê çekdaran Ebdîn ji mala wî ya taxa Eşrefiyê birin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Herwiha hat diyarkirin ku doh 12ê Adarê jî li ser rêya gundê Cûqê yê Efrînê, çekdaran erebeyeke sivîl gulbaran kir û di encamê de sivîlê bi navê Idrîs Mihemed Ehmed birîndar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin