ENKSê binpêkirinên li Efrînê sermezar kir û banga rawestandina revandina sivîlan kir
PeyamaKurd – Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser binpêkirinên mafên mirovan û revandinên li Efrînê daxuyaniyek belav kir.
ENKSê revandina welatiyên Efrînê ji aliyê komên çekdar girêdayî Tirkiyê ve bi tundî şermezar kir û bang li civaka navdewletî û Tirkiyê kir, van binpêkirinan rawestînin.
ENKSê bibîr xist, koma bi navê Ebû Emşê roja 24ê Mijdarê bi ser konekî şîniyê li navçeya Şiyê girtiye û li xwediyê şînê û kurî wî dane, telefonên kesên li binê konê desteser kirin û 3 kes revandine.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê diyar kir, kesên hatine revandin navên wan Xelîl Misrefa Şêxo, Xelîl Mistefa Şêxo û Emar Silêman Şêxo ne.
ENKS got, revandina wan her sê welatiyan wekî bersiva vegerandina 300 tenekên zeyta zeytûnan ji bo welatiyan bûn ku ji aliyê komên çekdar ve ji gelê Şiyê ve hatibûn talankirin.
ENKSê ragihand, koma bi navê Mihemed El-Fatin roja 12ê Mijdarê welatî Serbest Birîm ji gundê Memila revandiye û herwiha koma Polîsê Leşkerî jî roja 24ê Mijdarê welatiyên bi navên Azad Cemîl Nebo û Şêrzad Endo Xilosî ji nava Efrînê revandin.
ENKSê tawan û kiryarên komên çekdar bi tundî şermezar kir û daxwaza azadkirina hemû girtî û revandiyan kir.
Herwiha bang li rêxistinên mafên mirovan, civaka navdewletî û dewleta Tirkiyê hat kirin, destêwerdanê bikin û van kiryarên çekdaran rawestînin, ji ber ku dibe sedema koçkirina xelkê resen ê Efrînê û bicihkirina plana guhartina demografiya herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin