ENKSê teqîna Efrînê bi tundî sermezar kir: Mebest talan û koçberkirin e
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) teqîna Efrînê bi tundî şermezar kir û got, ew êrîş di çarçoveya berdewamiya tawan û binpêkirinên ku ji aliyê komên çekdar ve tên kirin de tê.
Encûmena Emîndariya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, teqîna li nava bajarê Efrînê hatiye kirin, ku bi dehan kes hatin kuştin û birîndarkirin, karekî teroristî ye û di çarçova berdewamiya tawan û binpêkirinên ku ji aliyê grûpên çekdar ve di dermafê xelkê Efrînê de tên kirin de tê.
ENKS da xuyakirin, armanca komên çekdar ji van kiryaran ew e, welatiyên Efrînê bitirsin û neçar bibin koçber bibin û komên çekdar jî destên xwe deynin ser mal û milkên wan.
Di daxuyaniyê de, ENKSê bi tundî teqîna terorîst û kesên li pişt wê şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekbûyî û aliyên pêwendîdar kir, rê bidin xelkê koçber û derbiderên Efrînê vegerin ser cih û warên xwe, komên çekdar ji gund û bajaran derbixin û rêveberiya herêmê radestî xelkê Efrînê bikin, ta êş û azarên wan bidawî bibin û ji gefa terorê xilas bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin