Mesrûr Barzanî di Newrozê de sehîdkirina 4 Kurdên Efrînê bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrîşa li bajarokê Cindirêsê yê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku di ahenga Cejna Newrozê de, 4 welatiyên Kurd hatin şehîdkirin peyamek belav kir û ew kiryar bi tundî şermezar kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Êvara duh li bajarokê Cindirêsê yê ser bi bajarê Efrînê, ji aliyê çend kesan ve, êrîşî ser ahenggiran û agirvêxistina bi boneya cejna Newrozê hat kirin, di encamê de bi mixabiniyeke mezin ve, çar welatiyên Kurd hatin şehîdkirin.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Em sersaxiyê li malbata qurbaniyan dikin û hevxemê wan in û em hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin. Em bi awayê herî tund jî, vê tawanê şermezar dikin û daxwazê ji berpirsên navçeyê dikin, lêpîrisîna pêwîst bikin û encamderên vê tawanê, bigihînin cezayê xwe yê yasayî.”
Cenazeyên her çar welatiyên Kurd îro 21ê Adarê bi merasîmên girseyî û xwepêşandaneke protestoyî ku alên Kurdistanê hatin hildan, bi axê hatin spartin.
Şehîdên #Newrozê yên bajaroka #Cindirêsê ya #Efrînê bi alên Kurdistanê û diruşman hatin oxirkirin. pic.twitter.com/ZmO62tvk1B
— PeyamaKurd/krd (@PeyamakurdKrd) March 21, 2023

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin