Nêçîrvan Barzanî teqîna li Besrayê bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî teqîna îro Sêşemê ya li Besrayê ku tê de hejmarek welatî hatin kuştin û birîndarkirin bi tundî ermezar kir.
Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa li Besrayê de peyamek belav kir û got: “Em bi tundî êrîşa terorîstî ya hovane şermezar dikin ku îro li navenda bajarê Besrayê bi rêya motorsîkleke bombekirî kir armanc û di encamê de hejmarek welatî hatin şehîdkirin û birîndarkirin.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîdan re dixwazin û hevxemiya xwe bi wan nîşan didin. Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku giyanê şehîdan bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan.”
Di dewama peyamê de Barzanî diyar kir: “Em hêviya başbûna bilez ji ji birîndaran re dixwazin û em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê amade ye pêşwazî li birîndaran bike û hemû xizmetguzarî û pijîşkî li nexweşxaneyên xwe ji wan re pêşkêş bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin