Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê teqîna li Stenbolê sermezar kir

14 November 2022 10:36 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê teqîna li Stenbolê sermezar kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê teqîna do ya li Stenbolê şermezar kir.

Li kolana Îstiklalê ya li navçeya Beyoglu ya Stenbolê, do 13ê Mijdara 2022 derdora saet 16:20an teqînek çûbû û li gor rayedarên hikûmeta Tirkiyê diyar kirin, di encama teqînê de 6 kes hatine kuştin û 81 kes birîndar bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekê teqîna li Stenbolê şermezar kir û sersaxî li kesûkarên qurbaniyan kir û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Ez êrîşa terorîstî ya îro ya li Stenbolê şermezar dikim ku guman heye ew êrîşeke teroristî be. Sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyan dikim û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim.”