Nêçîrvan Barzanî: Ew ê tawanbar teslîmî dadgehê bên kirin û bi tundî bên sizadan

24 February 2022 12:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Ew ê tawanbar teslîmî dadgehê bên kirin û bi tundî bên sizadan

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, şewitandin û kuştina jina bi navê Şenyar Huner ji aliyê hevjînê wê ve, bi tundî şermezar kir û diyar kir, wê tawanbar teslîmî dadgehê bên kirin û bi tundî bên sizadan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser kuştina Şenyar Huner ku ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewitandin, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyaman xwe de destnîşan kir, mixabin hîn jî amara kuştin û tundiya li dijî jinan zêde ye û ev jî mirov nîgeran dike û got, berpirsiyartiya vê yekê dikeve stûyê me hemiyan.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî her kes piştrast kir ku ew ê tawanbar teslîmî dadgehê bên kirin û bi tundî bên sizadan.