Nêçîrvan Barzanî ji bo dadgehên sê parêzgehên Kurdistanê 3 dadger tayîn kirin
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, biryara destbikarbûna 3 dadgerên nû bo dadgehên îstinafê yên Herêma Kurdistanê îmze kir.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gorî benda 16 ya yasaya 2005an a Herêma Kurdistanê biryarnameya tayînkirina 3 dadgerên nû bo dadgehên îstinafê îmze kir.
Li gorî biryarê, dadger Casim Ceza Cafer bo serokatiya Dadgeha Herêmî ya Silêmaniyê, dadger Casim Muhammed Mistefa ji bo cîgirtiya serokatiya Dadgeha Herêmî ya Îstinafê ya Duhokê û dadger Tahir Elî Hesen jî ji bo serokatiya Dadgeha Îstinafê ya Silêmaniyê hatin erkdar kirin.
Hate ragihandin ku biryar li ser daxwaza Encûmena Darazê ya Kurdistanê hatiye dayîn û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye îmzekirin û ketiye warê bicihkirinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin