Nêçîrvan Barzanî: Statuya îroj ya Kurdistanê bandor û encama Raperînê ye

05 March 2025 13:38 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Statuya îroj ya Kurdistanê bandor û encama Raperînê ye

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya îro de ya bi minasebeta 34emîn salvegera Raperînê diyar kir: 

“Em îro 34 salvegera Reperînê ya sala 1991ê bi serbilindî bi bîr tînin. Bi vê minasebetê pîrozbahiyê li malbatên hêja yên şehîdan, hêzên Pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê dikim.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Raperîn helwêsteke dîrokî, çarenivîser û bi îradeya gelê Kurd li hember dîktatorî û zilmê bû û got: 

“Gelê Kurdistanê bi baweriyeke bihêz li doza dadperweriyê, bi yekrêzî û pêkvejiyanê, Raperîn li ser bingehê azadî, şeref û dadperweriyê pêk anî û deriyê pêşerojeke nû vekir. Ev yek bi bidestxistina mafên destûrî di Iraqa nû de, di encama têkoşîneke dirêj û qurbanîdana mezin a Hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê de hat tacîdarkirin.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola Raperînê ya di bidestxistina statuya federalî ya Herêma Kurdistanê de û got,

“Statuya federe ya Kurdistanê ya îroj, destkeftiyên wê yên destûrî, bandor û encama vê Raperîna mezin in. Lewma ji bo parastina destkeftan û bidestveanîna mafên me yên yên neteweyî yên paşerojê, pêwîst e em li ser bingehê yekrêzî, yekhelwêstî û hevkariya hemû aliyan tevbigerin.” 

Wî diyar kir ku pirsgirêkên navxweyî û derve yên Herêma Kurdistanê pêwîst dike ku em hemû bi rihê berpirsyariya hevbeş kar bikin, ders ji paşerojê wergirin û berjewendiyên giştî yên gelê xwe biparêzin.

Wî di berdewamê de xwe weha anî zimên:

“Di vê helkefta pîroz de em careke din tekezî li ser wê yekê dikin ku em ê li ser tekoşîn û dîplomasiya aştiyane ya ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê û armancên bilind ên Raperînê berdewam bin.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewama peyama xwe de got:

“Ji bo pêkhatina daxwaza Kurdan a ji bo paşerojeke baştir û pêşkeftinê, divê em bingehên jiyana aştiyane bihêztir bikin, çanda lêborînê belav bikin, demokrasiyê bihêztir bikin û bi rihê berpirsiyariya neteweyî kar bikin. Divê nifşên piştî Raperînê, yên îro û yên paşerojê, bi bawerî û hêviyê, ji raboriyê dersan wergirin ber bi siberojê ve gavan biavêjin.”