Nêçîrvan Barzanî: Pasketina hilbijartinan ziyanê digihîne statuya Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanî li ser civîna duyem a serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê, bi seroktiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.
Di draxuyaniyê de hat gotin ku paşketina hilbijartinan ziyanê digihîne nav û pêgeha Herêma Kurdistanê û hat diyarkirin: “Biryar hat dayîn ku destpêka Îlona bê, civîna dawî ji bo yekalîkirina hemû mijarên girêdayî hilbijartin û çareserkirina kêşeyên li ber proseyê were encamdan.”
Nêçîrvan Barzanî di civînê de, hêviya xwe anî ziman ku aliyên siyasî bigihin hevtêgihîştinekê ji bo diyarkirina dema hilbijartinan û çareserkirina kêşeyan û tekezî li girîngiya hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê gotiye: “Paşketina hilbijartinan ziyanê digihîne pêgeha Herêma Kurdistanê.”
Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî hemû piştevaniyên Neteweyên Yekbûyî ji bo serxistina proseya hilbijartinan nîşan daye û destnîşan kiriye ku divê di demeke herî nêz de bigihin encamekê, ji ber ku demeke dirêj li ber dest tune ye.
Herwiha biryar hatiye dayîn, destpêka Îlona bê, civîna dawî ji bo yekalîkirina hemû mijarên girêdayî hilbijartin û çareserkirina kêşeyên li ber proseyê were encamdan û heta wê demê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, bi hevkariya tîma pispor a UNAMI gotûbêj û amadekariyan bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin