Nêçîrvan Barzanî: Divê ji bo hilbijartinan pêngav bên avêtin

15 June 2023 22:50 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Divê ji bo hilbijartinan pêngav bên avêtin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li herêma Kurdistanê li payîtext Hewlêrê bi endamên komisyona Iraqê yên hilbijartinê re civiya û Barzanî got ku divê ji bo kirina hilbijartinan zûtir pêngav bên avêtin. Endamên komisyona hilbijartinê ya bilind ji bo pêvajoya hilbijartinê, ji bo amadekariyan û pêngavên ku li Kurdistanê bên avêtin, ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hatin dawetkirin û seredana Hewlêrê kirin.

Di hevdîtinê de nûnera sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert, cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, ji NUAMIyê tîmekî pispor, serokê konseya komserên Iraqê û endamên wan amade bûn.

Nêçîrvan Barzanî gotiye ku divê amadekariyên hilibjartinê bênkirin, hilbijartin di wexta xwe de bêkirin, ji bo hilbijartin bi serkeftî derbas bibe, Herêma Kurdistanê bi temamê dezgeyên xwe ve amade ye ku destekî bidin hilbijartinê.

Jeanine Hennis Plasschaert û tîma UNAMI ragihandine ku destekê didin xebatên Barzanî yên ji bo hilbijartinê, ji bo hilbijartin bibe amade ne ku hevkariyê û alîkariyê bikin.

Komisyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Iraqê û endamên konseya komîsêran ji ber daweta Nêçîrvan Barzanî sipasiya wî kirine û gotine piştî şertên destûrî werin cîh û ji bo wextekî lihev bikin, amade ne ku hilbijartina Herêma Kurdistanê bikin. Ji bo destnîşankirina wexta hilbijartinê biryara dewama têkiliyan dane.