Nêçîrvan Barzanî: Peymana 11ê Adarê bû sedema damezrandina statuya federalî ya Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 11ê Adarê di salvegera Peymana 11ê Adara 1970yî de, peyamek belav kir û got: “Heger desthilata wê demê ya Iraqê rêz li wê rêkeftinê girtiba, dê welat û paşeroja nifşên wê ji çendîn şer û zehmetiyan biparastiba û niha Iraq bi tevahî welatekî din ê aram û avadan û pêşketî bû.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Tevî ku desthilata wê demê ya Iraqê paşê ji wê rêkeftinê poşman bû, lê belê bû sedem ku doza gelê Kurdistanê li ser asta cîhanê bê naskirin û bingehek ji bo destkeftên wê yên paşê yên di raperînê de çêbibe û bû sedema damezrandina statuya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Divê em hemû li Iraqê îbretê ji wê dersê werbigrin û bi parastina federalîzmê û mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Iraqê, niha û paşerojeke baştir ji bo nifşên xwe dabîn bikin.”
Nêçîrvan Barzanî bi rêzgirtin şehîdên Kurdistanê bibîr anîn û got: “Bila em vê helkeftê bikin handerê pêkvebûn, tifaq û yekrêziya gelê Kurdistanê ku wê demê jî serkeftin û Rêkeftina 11ê Adarê jê çê bû, her bi wê jî em dikarin maf, niha û paşeroja statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê biparêzin.”
Rêkeftina 11ê Adarê berhema Şoreşa Îlonê ya tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bi rêbertiya Mele Mistefa Barzanîyê nemir roja 11ê Adara 1970an di navbera hikûmeta wê demê ya Iraqê û serkirdatiya Şoreşa Îlonê de hat îmzekirin.
Li gor wê rêkeftinê, dewleta Iraqê cara yekem bi fermî mafên gelê Kurdistanê nas kir û mafê otonomiyê ji bo gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hat dayîn. Lê belê hikûmeta Iraqê piştî ku bihêz bû rêkeftin binpê kir û êrîşî bajarên Kurdistanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin