Nêçîrvan Barzanî: Divê Artêsa Tirkiyê û çekdarên PKKê êdî nebin sedema kustin û wêrankariyê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê topbarana li sînorê Zaxo de peyamek belav kir û got: “Divê Artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê şer û pevçûnê rawestînin û êdî nebin sedema kuştin û wêrankariya li deverên sînorî.”
Di peyama xwe de ya do belav kir de Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Em bi tundî bombebarana îro ya li Zaxoyê şermezar dikin ku bûye sedema canjidestdana hejmarek welatiyên sivîl û geştiyarên ji navçeyên cuda yên Iraqê û hejmareke din jî birîndarbûna hejmareke din.”
Di berdewamiyê de Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Dubarebûna bombebaran, şer û pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li ser sînoran nayê qebûlkirin ku asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û sînorên navdewletî yên Iraqê têk biriye. Herwiha bûye sedema valabûna bi sedan gundên li deverê.”
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Em sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin û hevbeşê derd û xemgîniya wan in, em hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin. Nexweşxane û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê hemû alîkarî û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî birîndaran dikin.”
Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Artêşa Tirkiyê û çekdarên PKKê divê şer û pevçûnê rawestînin û êdî nebin sedema kuştin û wêrankariya li deverên sînorî.”
Herî dawî da zanîn: “Divê Hikûmeta Federal a Iraqê jî hemû rêkarên pêwîst bigre ber xwe ji bo rêgirtina li dubarebûna van tawanan û ji xaka Iraqê ve gef li asayîşa welatên cîran neyê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin