Peyama 11ê Adarê ji Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî!
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 53emîn salvegera Peymana 11ê Adarê peyameke nivîskî belav kirin.
Peyama Nêçîrvan Barzanî:
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Silav ji bo giyanê pakê şehîdên Şoreşa Îlonê bi rêberiya Barzanî nemir û hemû şehîdên Kurdistanê.”
“Rêkeftina 11ê Adarê serkeftinek mezin e di rewşa aloziya navçeyî û navdewletî de ligel hevkêşeyên dijwar ên wê serdemê û giringtirîn belgeya fermî ye ku hindek mafên gelê Kurdistanê dipejirîne û rewatiya doza xwe radigihîne cîhanê. Herwiha ev rêkeftin bû bingehê hemû destkeftên din ên gelê Kurdistanê ji Raperîn heta parlamento, hikûmet û federaliyê.
Rêkeftina 11ê Adarê çareseriyeke nimûneyî bû ku Iraq û gelê wê ber bi çarenivîseke baştir ve bibe û bibe yek ji welatên herî pêşketî yên navçe û cîhanê. Lê poşmaniya desthilatdarên Iraqê, bijartina mantiqa şer li ser hêza aqil, şer, paşverûtî, xerakirina saman û samanên welat tiştek ji Iraqê re neanî. Heta niha Iraq berdêla wê xeletiyê dide.
Bi vê minasebetê ez bang li hemû hêz û aliyên Iraq û Kurdistanê dikim ku ji vê rabirdûyê şîret û ders werbigirin û ji xeletiyên berê sûd werbigirin. Divê serwet û samanên maddî û mirovî yên Iraqê ji bo geşepêdana welat û jîyana xweş a hevwelatiyan bên xerckirin. Em ji bo mafên hemû pêkhateyên Iraqê kar bikin, sîstema federalî, serwerî, aştî û aramiya welat biparêzin. Werin em hemû bi qebûlkirina hev ji bo tolerans, yekîtî û hevgirtinê, avakirina welatekî geş, jiyanek geş û pêşerojeke baştir bixebitin.”
Peyama Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Kurdistanê di peyama xwe de balkişand li ser wê yekê ku rêkeftina 11ê Adarê destkefteke girîng a gelê Kurdistanê ye û belgeyeke dîrokî ye.
“Ev rêkeftin li ser serkeftin û peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê hatiye îmzekirin ku hertim dixwestin pirsgirêkan bi gotûbêj, diyalog û danûstandinan çareser bikin. Lê mixabin hikûmeta wê demê ya Iraqê ji peymana ku bi serokatiya Kurdistanê re çêkiribû paşve kişand û li dijî Kurdistanê dest bi êrîşan kir. Di encama siyaseta şerxwazî ya rejîma Iraqê de, Herêma Kurdistanê û Iraq bi giştî rûbirûyê şer, wêranî û karesateke mezin bûne û heta niha jî xelkê Herêma Kurdistanê tûşî van tawanan bûne û ziyanên wan nehatine qerebûkirin. .
Bi vê minasebetê em dubare dikin ku em ê ji mafên xwe yên destûrî tawîz nedin û tekez dikin ku divê pirsgirêk bi awayekî bingehîn, aştiyane û li gorî destûrê bên çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin