Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiya Çarsema Sor belav kirin

14 April 2021 01:27 0 dîtin
Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî peyama pîrozbahiya Çarsema Sor belav kirin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema cejna Çarşema Sor ya Kurdên Êzîdî peyama pîrozbahiyê belav kirin. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got ku bo Êzîdiyên ji aliyê İŞİD ê de hatine revandin, ji destê wan çi were dê texsîr nekin. Nêçîrvan barzanî di peyama xwe de weha got:

“Ez cejna Çarşema Sor ya sersala nû, li birayên xwe yên Êzîdî yên li Kurdistanê û dinyayê tev pîroz dikim. Ez cejnê li mirovên ku di terorê de canê xwe dane û kesên niha di kampan de dijîn, bi taybetî li wan pîroz dikim. Hêvîdarim cejnên bên, di şert û mercên baştir de bên pîrozkirin.

Bo birayên Êzîdî dagerin ser axa xwe û malen xwe çi ji destê me were em ê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Çarşema Sor li Êzîdiyên Kurdistanê û dinyayê pîroz kir û di peyama xwe de weha got:

“Ew Êzîdiyên ku koç kirine, bo dagerin malên xwe û ser axa xwe, ji destê me çi were em ê bikin.

Ez cejna Çarşema Sor li temamê Êzîdiyên Kurdistanê û dinyayê pîroz dikim. Hêvîdarim sala nû xweşî û bexteweriyê bi xwe re bîne û bibe wesîleya dawîlêhatina êş û nexweşînan.”