Nêçîrvan Barzanî, di peyama pîrozbahiya Cejina Remezanê de bang li PDK û YNKê kir

01 May 2022 21:51 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, di peyama pîrozbahiya Cejina Remezanê de bang li PDK û YNKê kir

PeyamaKurd-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo hatina Cejina Remezanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de bang li PDK û YNKê jî kir ku ew ji bo berjewendiyên gel, nakokiyên xwe bidin aliyekî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro ji bo pîrozbahiya Cejina Remezanê peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola siyasetê ya ji bo berjewendiyên xelkê herêmê. Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got, "Cejina Remezanê di demekê wisa de hat ku rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi wateyên cejinê yên wekî lêborîn, aştî, bixwedeçûn û lihevkirinê heye."

Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de got, “Ez ji Partî û Yekîtiyê wekî herdu hêzên sereke û ji hemû aliyên Kurdistanî dixwazim ku cejinê bikin derfetek û li ser esasê berjewendiya bilind a gel û welêt bin, her pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin aliyekî û xwe ji êrîşên medyayî û hevşikandinê biparêzin.”