Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e PDK û YNK hikûmeteke bi bandor ava bikin û hêviyê bidin gelê Kurdistanê
PeyamaKurd – 3yemîn Forûma Hewlêrê îro dest pê kir. Di foruma îsal de k udi navbera 26-28ê Sibatê de bi sernavê “Nezelaliyên Pêşeroja Rojhilata Navîn” tê organîzekirin, dê rewşa niha ya li Sûriye, Tirkiye, Iraq û herêmê û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd bê nîqaşkirin.
Di çarçoveya wê forûmê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî mêvanê panela bi navê “Dîtina Herêma Kurdistanê di Serdema Nezelaliyê de – Bandora lihevkirin û dubendiyên Herêmî li ser Kurdistanê” bû û bersiva pirsên Rêveberê Navenda Lêkolînên Rûdawê Ziryan Rojhilatî da.
“Pêwîst e PDK û YNK hikûmeteke bi bandor ava bikin û hêviyê bidin gelê Kurdistanê.”
Nêçîrvan Barzanî got, piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, hewlên avakirina hikûmeta nû di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de berdewam in.
Barzanî got:
“Niha YNK û PDK li Hewlêrê hevdîtinan dikin. Divê hikûmeteke bi bandor bê avakirin û hêviyê bide gelê Kurdistanê. YNK û PDKyê bi aliyên din re jî hevdîtin kirine, lê heta niha tu encam derneketiye. Pêwîst e hikûmet bi hev re were avakirin."
“Divê mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê li gorî destûrê bê dayîn”
Li ser pirseke derbarê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî got,
“Biryara Dadgeha Federalî zelal e. Dadgehê got divê mûçe ji mijarên din ên li gel Bexdayê cuda bin.”
Barzanî amaje bi hevdîtina xwe ya li gel Serokê Parlamentoyê, Serokê Dadgeha Federalî û Serokwezîrê Iraqê jî kir û ragihand ku çênabe mijara mûçeyan tenê mijara peywendiyên Hewlêr û Bexdayê be.
Barzanî got,
“Em beşek ji Iraqê ne. Li hinek deveran em alîkariya wan dikin, li hinek deveran jî piştgiriya me dikin. Her wiha madeya 140, pirsa Pêşmerge û mijarên din hene. Ne rast e ku em van hemûyan tenê ji bo mijara mûçeyan kêm bikin. Mûçe mafê karmendên Herêma Kurdistanê ye û divê ev maf li gorî destûrê bê dayîn.”
Barzanî bal kişand ser wê yekê ku divê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li gor destûrê bê garantîkirin û diyar kir,
“Hemû hewla me ew e ku mijara mûçe nemîne sernivîseke nûçeyan a hêsan û çareseriyeke mayînde bê dîtin.”
“Pirsgirêka Tirkiyeyê bi hinartina petrola Kurdistanê nîne”
Wî weha bersiva van pirsan “Hûn vê dawiyê li Bexdayê bûn û li gel Serokwezîrê Sûdanî li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê axivîn?” ,“Yanî hemû tişt ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê amade ye?” , “Îxracata bi ser Tirkiyeyê re dê dîsa dest pê bike?” da û got:
“Tirkiye di vê mijarê de timî diyar dike ku ji bo hinardekirinê amade ye. Tu pirsgirêka Tirkiyeyê bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê re nîne. Çêdibe ku ev mijara petrolê mijara herî girîng be. Min gelek caran tekezî li ser vê yekê kiriye: Ji bo me neft bi tevahî malek bazirganî ye. Em petrolê weke pirseke siyasî nabînin, ji bo me ew kelûpeleke bazirganî ye. Lê heta niha hikûmeta Iraqê û bi taybet Parlamentoyê di vê mijarê de ti gav neavêtine. Di vê heyamê de Iraqê 19-20 milyar dolar winda kir. Ev ji bo Iraqê ziyaneke mezin e.
Di hevdîtina me ya li gel Serokwezîr de jî tekez kir ku divê di zûtirîn demê de ev pirsgirêk bê çareserkirin. Seroka Meclîsê ku îro li vir e jî di vê mijarê de helwesteke bi israr nîşan da û diyar kir ku divê zagona têkildar demildest bikeve meriyetê. Niha xebat li ser hin pirsgirêkên teknîkî berdewam in. Hin hûrgiliyên teknîkî dimînin. Tirkiye amade ye, Iraq jî amade ye. Lêbelê, pirsgirêkên teknîkî yên wekî pargîdaniyan dê çawa û bi kîjan rêbazê werin dayîn hene. Biryar e bi prensîp hatiye dayîn û bi îzna Xwedê, di demeke nêzîk de petrola Herêma Kurdistanê dê careke din bo Bendera Ceyhanê û bazarên derve were hinardekirin.”
Di warê petrolê de jî DYA û Rûsya rol lîstin
Serok Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Amerîka û Rûsya jî di vê proseyê de rol lîstin û got:
“Amerîka ji bo bilez çareser kirina vê pirsgirêkê hewlên aktîf dan. Ji ber ku beşek ji wan kompaniyên ku di vê pêvajoyê de beşdar bûne, Amerîkî ne û helbet Amerîka jî hewlên mezin daye bo çareserkirina vê pirsê, ji ber ku ne tenê kompaniyên Amerîkî, herwiha kompaniyên Rûsî jî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Lê Amerîka jî wek şirîkê sereke yê Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir tevlî pêvajoyê bûye. Washington zextê li Bexda, Hewlêr û Enqereyê dike ku di zûtirîn dem de ev pirsgirêk çareser bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin