Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya me bi plan û karê demkurt û demdirêj ê kesûhewayê heye

12 May 2024 13:52 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya me bi plan û karê demkurt û demdirêj ê kesûhewayê heye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê li Sempozyûma Keşûhewa û Hişkesaliyê ya li Hewlêrê got: “Pêwîstiya ye ku em bilez bi kar û plan û stratejiyên demkurt û demdirêj heye, ji bo rûbirûyî guherîna keşûhewayê bibin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di Sempozyûma Navdewletî ya taybet bi hişkesaliyê û bandorên guherîna keşûhewayê li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Iraqê de gotarak pêşkeş kir û got: “Mixabin Iraq ji ber guherîna keşûhewayê, bandoreke gelekî xirab li ser e. Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekgirtî, di cîhanê de di rêza pêncemîn de ye. Helbet ev yek encamên nerênî li ser hemû warên jiyanê li Iraqê û di nav de Herêma Kurdistanê çêdike. Gelek metirsiyên weke biyabanbûna zêdetir û jinavçşna zeviyên çandiniyê dirust bike.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Li gorî amaran, her sal bi sedan kîlometrên çargoşe ji zeviyên çandiniyê li Iraqê hişk û çol dibin û her sal bi dehan hezar kes li başûr û naverasta Iraqê koçber dibin. Ji Cotmeha sala borî ve, 130 hezar kes li başûr û naverasta Iraqê neçar bûn ku malên xwe biterikînin. Ev yek ji bilî têkşûna ewlehiya civakî û zêdebûna xizanî, bêkarî, karesatên xwezayî, pirsgirêkên tenduristiyê û gelek encamên neyînî yên din.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir: “Pêwîstiya me li Iraq û Herêma Kurdistanê bi karê bilez, plan û stratejiyên demkurt û demdirêj heye, ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê. Ji bo vê mebestê jî divê ev mijar bibe karekî pêşîn û cidîtir di siyaset, bername û karê hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê de û bi hev re hevkariyê bikin. Divê hikûmeta Iraqê bûdceya pêwîst dabîn bike û saziyên taybet hebin ku xwedî desthilatên zêdetit bin.”

Barzanî got, “Pêwîst e sîstem û bernameyên perwerdeyê zêdetir giringiyê bidin hişyarî û çanda jîngehê, parastina avê, qirêjiya keşûhewayê, kêmkirin û bikaranîna enerjiyê û kêmkirina zibilan. Herwiha divê bi rêya çapemenî, navend, rewşenbîr û mamostayên olî bi berdewamî kes, malbat û civakê li ser vê mijara girîng bên hişyarkirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, jîngeh û keşûhewaya Iraqê her ku diçe qirêjtir dibe û hişyarî ji encamên metirsîdar tên dayîn ku li gorî rapora herî dawî ya ajansa Swîsrî IQ Air, Iraq xwediyê duyemîn keşûhewaya herî qirêj a cîhanê ye, rêjeyeke mezin ji hewaya ku iraqî rojane dikişînin, jehrîn e.