Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e PDK û YNK rêkeftineke nû ya stratejîk bikin

03 October 2022 19:10 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e PDK û YNK rêkeftineke nû ya stratejîk bikin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma îro 3yê Cotmehê ya salvegera 5emîn a wefata Mam Celal Talebanî de axaftinek kir.

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de, behsa serdema dîtin û naskirina xwe ya Mam Celal kir û  got, dema ku sala 1986an rêkeftina aştiyê di navbera Mam Celal û Îdrîs Barzanî de hat îmzekirin, wî Mam Celal nas kir û dît ku ew bi awayekî berdewam ji bo aştiyê hewl dide.

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser îmzekirina rêkeftina navbera Serok Mesûd Barzanî û Celal Talebanî ya li Washingtonê ku bûye sedema pêşketina Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû: “YNK û PDK wek herdu hêzên sereke li Herêma Kurdistan û Iraqê îro jî pêwîstî bi rêkeftina stratejîk heye ku dikare bibe sedema bihêzbûna Herêma Kurdistanê. Divê hemû alî kar bikin ji bo bihêzkirina Herêma Kurdistanê. Divê em ji bilî bihêzkirina helwesta Herêma Kurdistanê li ti pîvanekê nenêrin, ji ber ku hêza me hemûyan girêdayî hêz û helwesta Herêma Kurdistanê ye.”

Barzanî, jiyana Mam Celal weke beşeke girîng a dîroka nûjen a Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi nav kir û got: "Ez daxwazê li tevahiya aliyên Kurdî dikim lihev bikin û bi hev re kar bikin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Bi çûna Mam Celal re, stûnek mezin a lihevkirinê winda bûye."

Li ser pêwendiyên di navbera Celal Talebanî û Serok Mesûd Barzanî de jî Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Mam Celal ji bo ku Serok Mesûd Barzanî dilxweş bike çi ji destê wî dihat dikir, Kak Mesûd jî ti daxwazeke Mam Celal red nekiriye. Serok Mesûd Barzanî stûyê xwe nexist bin fişara Serokê Amerîkayê û heta Mam Celal nebû serok, dev jê berneda.”