Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Swîsre re civiya: Ji bo çareseriya kêseyên Hewlêr û Bexdayê îrade û biryara siyasî pêwîst e
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pênçşem 20/1/2022an pêşwazî li Balyozê Swîsre yê Iraq û Urdinê Lukas Gasser û şandeke li gel wî kir ku ji Emmanê ve karên xwe birêve dibin.
Di civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Swîsreyê hate nirxandin, ji bo vê mebestê jî tekez li ser girîngiya vekirin û destbikarbûna Balyozxaneya li Bexdayê kirin, herwiha behsa proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî kirin.
Her du alî hevnêrîn bûn ku firehiya neteweyî û olî ya li Iraqê dewlemendiye û girînge Iraqî ji bo proseya siyasiya welat bigihin hevdu têgihiştina hevbeş û hikûmeta nû û proseya siyasî bi giştî komker û li xizmeta aramiya siyasî û berjewendiya Iraqê û hemû pêkhatên wê û li asta gefên li pêşiya wê da be.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku girîng e li Iraqê aramiya siyasî hebe û rêyek ji bo bi hev re kar kirin û hevbeşiyê bê peydakirin û kêşe bêne çareserkirin, bi taybetî kêşeyên Hewlêr – Bexda ku îrade û biryara siyasî jê re pêwîste, herwiha pêgirî bi destûrê bêkirin û federalî biçespê, civaka navdewletî jî li piştevanîkirina Iraqê de berdewam be.
Rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran û navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin