Serokwezîr Barzanî bi peyameke vîdyoyî hisyariya zêdebûna koronayê da…

21 October 2020 19:34 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi peyameke vîdyoyî hisyariya zêdebûna koronayê da…

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser di demên dawî de ji nû ve zêdebûna haletên vîrusa koronayê li Kurdistanê peyameke vîdyoyî belav kir û hişyariya xweparastinê da welatiyan.

Serokwezîr Barzanî got, ji bo destkeftên heta niha di têkoşîna li hember Covid-19 de hatine bidestxistin beralî nebin û ji bo demûdest vegerin jiyana asayî ji hemû hemwelatiyên me dixwazin xwe biparêzin.

Barzanî bal kişand ser ku hikûmeta Kurdistanê ji bo kontrolkirina koronayê çi ji dest tê dike û got, pêwîste hemwelatî jî li gorî rênimayên fermî çi dikeve ser milê wan bikin.