Bi boneya Cejna Ekîto Rêveberiya Xweser peyameke pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd – Bi boneya Cejna Ekîto sersala nû ya Asûriyan, Rêveberiya Xweser peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: “Ekîto cejneke dîrokî ya gelê Siryan-Asûr e û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê serbilind in.”
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di peyama xwe de dibêje: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pirrengiya çandî û olî dewlemed e, ku mîrasekî dîrokî yê girîng di hevkarî û jiyana hevbeş de ye.”
Rêveberiya Xweser dide zanîn, Ekîto anku sersala gelê Suryan-Asûr ku dikeve 1ê Nîsanê, nîşaneya nûbûn û vejîna xwezayê anku hatina Biharê ye û got: “Ekîto cejneke dîrokî ya gelê Siryan e û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê serbilind in.”
Herwiha Rêverberiya Xweser, Cejna Ekîto li gelê Siryan-Asûr pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya hezkirin û biratiyê û her tim di xêr û serkeftinê de bê pîrozkirin.
Rêveberiyê banga girtina tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê di dema pîrozbahiyan de kir û got: “Em bang li gelê xwe yê ku tev li pîzobahiyan bûye dikin ku hişyar bin û ji bo parastina tenduristiya şexsî û giştî, tedbîrên pêwîst bigirin.”
Li gor salnameya Babilî, Aşûrî, Siryanî îsal sala wan derbasî 6771 dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin