Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto weke bêhnvedana fermî ragihand

31 March 2022 11:30 0 dîtin
Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto weke bêhnvedana fermî ragihand

PeyamaKurd Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kudistanê, Cejna Sersala  6772 ya Babilî ya gelê Siryanî – Aşûrî ku bi Cejna Ekîto tê naskirin, weke bêhnvedana fermî ragihand.

Li gor Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser diyar kir, Cejna Sersala  6772 ya Babilî ya gelê Siryanî - Aşûrî ku bi Cejna Ekîto tê naskirin, bêhnvedana fermî ye.

Herwiha hat eşkerekirin, ew bêhnvedan hemû fermangeh û saziyên fermî yên ser bi Rêveberiya Xweser li xwe digire. Sibe ku Îne bêhnvedane û dusbe Şemiyê jî bi fermî bêhnvedan e. Ew bêhnvedan fermangeh û saziyên ku pêwîstî bi karê wan heye li xwe nagire.

Hêjayî gotinê ye, sala nû ya Babîlî û Aşûrî di 1ê Nîsanê de destpê dike. Ligel Aşûriyan meha Nîsanê meheke pîroz e. Gelê Aşûrî, Kildanî û Sûryanî beriya serê salê genim, nîsk û ceh datînin pêşiya peykerê “Xwedayê Temûz.”