‘WHO alîkariyê nade, Rêveberiya Xweser ji hemû alîkariyên tenduristî bêpar e’
PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveber a MSDê Ilham Ehmed Rêxsitina Tenduistiyê ya Cîhanî (WHO) rexne kir ku di rewşa metirsîdar a belavbûna vîrûsa koronayê de, alîkarîya tenduristî nedaye Rêveberiya Xweser.
Ehmed da zanîn ku Hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re ji bo pêşgirtina vîrûsê hevkariyê nake, heger vîrûs li herêmê belav bibe, wê berpirsyarî ya hikumeta Şamê be.
Ilham Ehmed da xuyakirin, “Herêmên Rêveberiya Xweser ji tevahî cureyên desteka mirovî bê par in, rêxsitin tenê alavên tendurstiyê ji hikumeta Şamê û herêmên komên din re pêşkêş kirine.”
Ehmed ev nêzîkatî weke biryareke siyasî û paşguhkirina rewşên mirovî bi nav kir û destnîşan kir, “Divê NY û WHO li biryarên xwe vegerin û li gorî erka xwe tevbigerin.”
Iham Ehmed daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê jî kir bilez derfetên pêwîst ji herêmê re pêşkêş bike û cîhazên PRC yên taqîkirinê dabîn bike.
Rayedara Rêveberiya Xweser herwiha destnîşan kir ku Tirkiye nexweşên bi vîrûsê ketine ber bi herêmên dagirkirî dişîne ku ev jî cureyeke şer e û bang li civaka navdewletî kir sînorekî ji kiryarên Tirkiyê re deynin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin