Platforma Zimanê Kurdî: Dersa bijarte, helwesteke zimanî ye

06 January 2022 12:31 0 dîtin
Platforma Zimanê Kurdî: Dersa bijarte, helwesteke zimanî ye

PeyamaKurd – Platforma Zimanê Kurdî, îro peyamek di derbarê hilbijartina “dersa bijarte” ya Kurdî de belav kir û di peyama xwe de de diyar kir: “Dersa bijarte, helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinîn, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.”

Peyama Platforma Zimanê Kurdî:

Piştî sersalê demeke nû ji bona dibistanan destpê dike. Niha dema ku şagirt hinek dersên xwe hilbijêrin. Em dizanin ku derfeta mirovan li dibistanan heye ku dersa zimanê Kurdî jî hilbijêrin. Ev mafek e ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedî lê derkevin. Her çiqasî armanca me ya sereke hemû perwerde bi zimanê dayikê bibe jî, divê zimanê Kurdî weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin. Dersa bijarte helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinîn, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.

Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîya hanê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi zor û zehmetî hebe jî, dive Dayik û Bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî biaxivin. Siyasetê bi Kurdi bikin!

Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc, çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafek e, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn.

Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Zanebûna zimanê Kurdî di nava Kurdan de bila bibe pîvaneke sîyasî. Kurd divê zimanê xwe di çalakiyan de baş bi kar bînin. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin. Em bi hev du re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hevbeş bibin, hişmendiya zimanê Kurdî bilind bikin. Nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdi bila bibe helwesteke xwezayî û netewî di nava civaka Kurdan de.

Platforma Zimanê Kurdî

Diyarbekir - 06 01 2022