Ji Platforma Zimanê Kurdî banga hilbijartina dersa zimanê Kurdî

04 September 2019 12:08 0 dîtin
Ji Platforma Zimanê Kurdî banga hilbijartina dersa zimanê Kurdî

PeyamaKurd - Di destpêka serdema xwendin û perwerdê de, PZKê  bang li hemû Kurdan dike ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdî hilbijêrin. Herwiha bang li alî û partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan dike, her kes ji aliyê xwe ve bilaxwedî li dersa zimanê Kurdî derkeve.

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) di destpêkirina serdema xwendin û perwerdê de ev peyam bi rayagiştî re parvekirin

Deqa peyama Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

Zimanê Kurdî hebûna me ye, Zimanê Kurdî nasnama me ye, Zimanê Kurdî rûmeta me ye… Bi rastî heke mirovên Kurd bixwazin weke Kurdan bijîn divê pêşî zimanê xwe fêr bibin. Heke em dixwazin li dijî asimilasyon û oto asimilasyone rawestin divê em zimanê xwe fêr bibin. Heke em dixwazin edebiyat, siyaset, ziman û kultura Kurdî pêş ve biçe, divê em zimanê xwe fêr bibin. Heke em Kurd dixwazin Kurd jî weke hemû netewan bi serbilindî bijîn, divê pêşî em zimanê xwe fêr bibin.

Belê. Divê Kurd di her warî de xwedî li zimanê xwe derkevin û fêrbûna zimanê xwe weke erkekî netewî bicîh bînin. Ji bona Kurdan ev pirsa man û nemanê ye!

Weke ku tê zanîn dibistan di meha Îlonê de dîsa perwerda xwe destpê dikin. Îro em dizanin ku derfeta mirovan li dibistanan heye ku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin. Ev mafekî ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedî lê derbikevin. Her çiqasî armanca me ya sereke perwerde bi zimanê dayikê be jî, ku Platforma me bi bîryardarı xwedî li vî mafê derdikeve, divê zimanê Kurdî weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan de weke gava pêşî were nirxandin. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werînin, wê di pêşeroje de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.

Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîyê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerdê bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasî zor û zehmetî hebe jî, dive Dayik û Bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Zimanê xwe bi hişmendî hilbijêrin û zimanê xwe weke nasnama xwe jî biparêzin. Rûmeta me di zimane de ye! Hebûna me jî di zimanê me de ye!

Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî biaxivin. Siyasetê bi Kurdi bikin!

Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafek e, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn.

Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; Her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêr bibin. Zimanê xwe di çalakîyan de bikar bînin. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin. Em bi hevdu re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hişmendiya zimanê Kurdi bilind bikin, nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdî bila bibe helwesteke xwezayî di nava civaka Kurdan de.