Mehdî Eker banga hilbijartina dersa Kurdî kir: 'Divê em zimanê xwe winda nekin, hîn bibin û bipês bixin'
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê Mehdî Eker, ji bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî li dibistanan bang li malbatan kir û got: “Dem dema hilbijartina dersên Kurdî ye, serlêdanê bikin."
Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê û parlamentarê berê yê Diyarbekirê Mehdî Eker ji K24ê re ragihand: “Hefteya borî ez li vê derê bûm, min di civînekê de bang kir û min ji hemwelatiyên xwe re got, dem dema hilbijartina dersên Kurdî ye, serlêdanê bikin.”
Eker da zanîn, heger 10 zarok li dibistanekê serlêdanê bikin, ji wan re dê polek were amadekirin û wiha axivî: “Hikûmeta me çend sal berê ev qanûn derxistiye, em dixwazin ku hemwelatiyên me vê îmkanê bi kar bînin û zarokên xwe hînî Kurdî bikin.”
Li ser mijara ku sala borî tenê 3 mamoste ji bo zimanê kurdî (Kurmancî û Zazakî) hatibûn tayînkirin jî Mehdî Eker got: “Hêviya me ew e ku îsal wê gelek zêde bibe.”
Mehdî Eker herwiha diyar kir; ew dixwaze bang li welatiyan bike û got: “Divê em zimanê xwe winda nekin û em zimanê kurdî hîn bibin û bipêş bixin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin