Tasçier li Parlamentoya Tirkiyê banga hilbijartina dersa Kurdî kir: Vê derfetê ji bernedin!

21 January 2022 18:19 0 dîtin
Tasçier li Parlamentoya Tirkiyê banga hilbijartina dersa Kurdî kir: Vê derfetê ji bernedin!

PeyamaKurd - Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier, di axaftineke xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de, piştgirî da kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî li dibistanên navîn  yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û banga hilbijartina dersa kurdî li xwendekar û malbatên wan kir.

Îmam Taşçier li ser hesabê xwe yê Twitterê vidyoya axaftina xwe ya di parlamentoya Tirkiyê de belav kir û got: “Banga me ji Dê û Bavê Kurd û zarokê Kurd re. Dersên Kurdî hilbijêrin, dem heta 7ê Sibatê hatîiye dirêjkirin.’

Taşçier di axaftina xwe ya li parlamentoyê de jî dibêje; “Tevî ku em armanca li pişt siyaseta hilbijartina 2 dersên bijarte di heftiyekê de dizanin, dîsa jî divê em ji bo parastina zimanê xwe vê firsendê herî zêde bi kar bînin û dersên bijarte yên Kurdî hilbijêrin.”