Palatforma Zimanê Kurdî banga fermîkirina Kurdî kir!

06 April 2023 19:54 0 dîtin
Palatforma Zimanê Kurdî banga fermîkirina Kurdî kir!

PeyamaKurd - Platforma Zimanê Kurdî, berî hilbijartinên Tirkiyê yên 14ê Gulanê bi civîneke rojnamevanî bang li partiyên siyasî kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin.

Platforma Zimanê Kurdî ya ku ji aliyê partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ve hatiye avakirin û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî tê de cî digire, îro Pêncşemê li Cemiyeta Rojnamevanan a Diyarbekirê civîneke rojnamevanî saz kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin de, hat diyarkirin ku ew ji sala 2018an û vir ve ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî dixebitin û dixwazin astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin.

Cizîrî got ku ew li dijî xebatên hilbijartinê yên ku ziman û nasnameya Kurdî tune dihesibînin û asîmîlasyonê diparêzin e û destnîşan kir, “Ji bo me ziman û nasnameya Kurdî xeta sor e.”

Cizîrî got: “Em weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin zimanê Kurdî bi destûra bingehîn bê parastin.”

Di daxuyaniyê ev pêşniyar hatin kirin:

“Zimanê Kurdî ji baxçeyên zarokan, ji dibistanên seretayî, navendî bigirin û heta zanîngehan divê bibe zimanê perwerdehîyê. Zimanê Kurdî divê bibê zimanê jîyan û bazarê, bibe zimanê xizmeta fermî û pêkvejîyanê. Hemû asteng û rêbazên asimîlasyonê ku li himberi ziman û kultura Kurdî hene, divê werin betal kirin. Diwarên ku li himberî zimanê Kurdî hatine hûnandin, divê werin hilweşandin. Dîsa divê hemû navên ku li gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê hene bibin bi Kurdî. Divê personelên ku li saziyên fermî û şaredarîyên Bakurê Kurdistanê kar bikin zanibin Kurdî bixwînin, binivîsînin û biaxivin. Dîsa, divê xutbe li camîyên welatê me bi Kurdî werin gotin. Ji bona hêsanîkirina hemû wan xwestekan divê Sazîya Zimanê Kurdî fermî were damezrandin û jê re budçe jî were veqetandin.

Di hilbijartina li welatê me de divê namzetên parlamento û şaredarîyan bi Kurdî zanibin. Di her qada jîyanê de divê zimanê Kurdî dîtbar bibe. Zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) divê bibê pîvaneke hevbeş ji bona hemû namzetên ku wê li welatê me beşdarî hilbijartinan bibin.”

Di xebatên hilbijartînê de divê zimanê Kurdî di hemû cûre çalakîyan de baş dîtbar bibe. Em dixwazin ku hemû namzetên Kurdan bi Kurdî biaxivin, gotûbêjan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin, bi Kurdî sloganan biqîrin û bi hevre bibêjin; “Bê ziman jîyan nabe, jîyan jî bi Kurdî xweş e!”