Tasçier li ser kursiyê Parlamena Tirkiyê daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî kir

19 February 2021 20:02 0 dîtin
Tasçier li ser kursiyê Parlamena Tirkiyê daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî kir

PeyamaKurd – Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier li parlamena Tirkiyê bi minasebeta 21ê Sibatê Rojava Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî kir.

Taşçier bi minasebeta Rojava Zimanê Dayikê îro 19ê Sibatê beriya bi du rojan a wê rojî axaftinek kir.

Parlamenterê HDPê nerînên xwe yên bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî anîn ziman û got: “Daxwaza min ew e ku Kurdî bibe zimanê femî û zimanê perwerdehiyê. Êdî dijminatiya bo Kurdî bes e, ev nayê qebûlkirin.”

Taşçier herwiha diyar kir: “Ew roj me hemûyan eleqedar dike, hele hele 25 milyon zêdetir kurdan.”

Îmam Taşçier li ser kursiyê parlemenê wiha axivî:

“Ezê jî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî bi zimanê xwe Kurdî pîroz bikim. Ji bo wê dixwazim çend tiştan bêjim. Ew zimanê min ê zikmakî ye ku pê axivîm. Wê wekî X di girtnameyên parlamenê de were tomarkirin.

Min ev got; Tirkiya wê dibêjim: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz dikim. Daxwaziya min ew e ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê. Dijminatiya li Kurdî tê kirin bes e, ev nayê qebûlkirin.”