5 kursiyên pêkhateyan li Parlamena Kurdistanê hatin vegerandin

21 May 2024 13:31 0 dîtin
5 kursiyên pêkhateyan li Parlamena Kurdistanê hatin vegerandin

PeyamaKurd - Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Iraqê biryar da ku ji bo pêkhateyên Herêma Kurdistanê 5 kursiyan li Parlamena Kurdistanê vegerîne.

Berdevkê Komîsyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Glayî ragihand ku li gor biryara Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan wê ji bo Hewlêr 2, ji bo Silêmaniyê 2 û ji bo Duhokê jî 1 kursî bêne veqetandin.

Dadgeha Federalî ya Iraqê bi aweyekî sosret biryara betalkirina 11 kursiyên ku ji bo pêkhateyên Herêma Kurdistanê hatibûn veqetandin dabû. Ev biryara dadgehê bûbû sedema nerazîbûnên mezin û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî vê biryara Dadgeha Federal a Iraqê, ragihandibû ku ew ê hilbijartinên Parlamena Kurdistanê boykot bike.

Berdevkê Komîsyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Glayî ragihand bi biryara Desteya Dadwerî ya hilbijartinan a girêdayî Encumena Bala ya dadweri ya Iraqê ye, diyar kir ku li 100 kursiyên Parlamena Kurdistanê ji bo pêkhateyên Herêma Kurdistanê 5 kursî hatine terxankirin.

Cumane Glayî da zanîn ku wê 5 kursî li ser bazineya hilbijartinan bê dabeşkirin û got: “Wê 2 kursî ji bo Hewlêr, 2 kursî ji bo Silêmaniyê û 1 kursî jî ji bo Duhokê bê terxankirin.”