HUDA PARê li Batmanê ji bo dersa bijarte ya Kurdî mesek li dar xist

09 February 2024 20:25 0 dîtin
HUDA PARê li Batmanê ji bo dersa bijarte ya Kurdî mesek li dar xist

PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Parlamentoya Tirkiyeyê û namzedê hilbijartinên şaredariya bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê Serkan Ramanli, îro 9ê Sibatê ji bo balkişandina ser hilbijartina dersa Kurd di dibistanan de, li navenda bajarê Batmanê meşeke bi cil û bergên Kurdî li dar xist.

Serkan Ramanli û kesên ligel wî meşiyan bi cil û bergên Kurdî broşurên ji bo hilbijartina dersên Kurdî di dibistanan de belav kirin û daxwaz ji welatiyan kirin ji bo zarokên xwe dersên Kurdî yên bijarte hilbijêrin.

Ramanli piştî meşê li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir û got: “Zimanê me, Bi xeml û rewş e, Şîrîn û xweş e.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdanên bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de, ji bo dibistanên amadehiyê 30yê Çiliyê dest pê kir û heta 12ê Sibatê dewam dike.