Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê wê mîtingên zimanê Kurdî bên lidarxistin
PeyamaKurd – Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî di çarçoveya kampanyaya xwe ya “Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” de, li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê mîtingan li dar dixin.
Komîsyona 21ê Sibatê ya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî. 22şê Sibatê kampanyaya perwerde û fermîkirina statuya zimanê Kurdî dabûn destpêkirin ku di çarçoveya wê kampanyayê de biryar hatiye dayîn li bajarên Diyarbekir, Wan û Cizîrê mitîng bên lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku wê mitîng bi diruşmeên; “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” û “Bila sedsal 21êmîn bibe sedsala zimanê kurdî” werin lidarxistin.
Mitînga pêşî 3yê Hezîranê li Cizîrê ya duyem 4ê Hezîranê li Wanê û ya sêyem jî 7ê Hezîranê li Diyarbekirê tê lidarxistin.
Hat diyarkirin ku xebatên bo mîtingên ziman bo wergirtina destûrê dest pê kirine û wê hefteya pêşiya me bi civîneke rojnamevanî bê ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin