Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê Hereketa Zimanê Kurdî 'HEZKURD' ava dibe
PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê, Hereketa Zimanê Kurdî 'HEZKURD' tê avakirin.
HEZKURD, bi pêşengî û birêvebirina komek nivîskar û aktîvîstên sîvîl yên weke Fevzî Bulgan, Barij Celalî û parêzer Suphî Özgen ava dibe.
Herwiha ji her bir û aliyên civaka Kurd, di nav HEZKURDê de cîh digrin. HEZKURD, di demeke kurt de li bajarên sereke Stenbol, Enqere û Îzmîr yên Tirkiyê ku piraniya Kurdan lê dijîn û di serî de li Amed û piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê tê de, xwe bi rêxistin kiriye û hewla hîn berfirehtirîn rêxistinkirinê dike.
Li gor hatiye diyarkirin, helwesta HEZKURDê wiha ye:
HEZKURD, tevgereke sîvîl e û di bin bandora tu aliyekî de nîn e.
HEZKURD, kar û xebata xwe bi rê û olaxên aştî û demokratîk pêk tîne. Hemû şêweyê tûndiyê/red dike.
Her dildar û xemxurên kurdî endamê wê yê sereke ne.
Li ser hemû siyaset û îdeolojiyan/ bîrdozîyê re ye.
Dê HEZKURD, bi her sazî û dezgehên ku li ser ziman kar kirine, di nav pêwendiyê de be û ji karên sûd werbigre.
Sê armancên sereke yê HEZKURDê ku hatine eşkerekirin ev in;
1- Li ber yasa û destûra bingehîn wek fermî/resmî bêpejrandin.
2-Bibe zimanê perwerdehiyê yê fermî..
3-Guhartin û paşvegerandina navên gund bajarok, bajar, çiya û dolên li ser zimanê Kurdî..
HEZKURD, tevgereke nû ye. Bi feraset û hişmendiya xurtkirina hebûna Kurd, bi rê ketiye. Pewîstiya wê bi alîkarî û piştgiriya her kurdekî/e heye û ev hereket ya her kurdekî/ê ye.
HEZKURD, bi rê û olaxên medya giştî û ya herêmî, bi taybet jî medya civakî, rûbirû û bi kombînan xwe rêxistin dike.
HEZKURD, heta nuha li herêma Marmarayê bi taybet jî li derdora bajarê Stenbolê kombînên xwe pêk anî ye.
Demeke paşê jî dê li barajên weke Amed, Wan, Mêrdîn û Rihayê kombînên xwe pêk bînin û avakirina xwe ragihînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin