Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 6 bajar wekî 'herêma karesatê' hatin ragihandin

03 April 2023 19:18 0 dîtin
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 6 bajar wekî 'herêma karesatê' hatin ragihandin

PeyamaKurd – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî 11 bajarên ku bandora erdheja 6ê Sibatê li ser wan çêbûbû, 6 bajarên din jî wekî bajarên deverên karesatê hatin ragihandin.

Serokatiya Rewşên Bilez û Afatan a Tirkiyeyê (AFAD) da xuyakirin ku ji bilî wan 11 bajarên di erdhejê de wêranî li wan çêbûye, 6 bajarên din wekî bajarên herêma afatê hatin ragihandin.

Li gorî biryarê bajarên Sêwas, Mêrdîn, Dêrsim, Batman, Nigde û Kayserî wekî bajarên karesatê hatin ragihandin. Wekî sedem jî tesbîtkirina hejmarek avahiyên ku di erdhejê de xisar gihîştiye wan hat nîşandan.