Kurdistan | Kargehên turîstîk yên Kurdî nekin zimanê pêsîn, wê bên cezakirin
PeyamaKurd – Desteya Turîzmê ya Herêma Kurdistanê, nivîsek ji kargehên turîstîk re şand û tê diyar kir, pêwîst e zimanê Kurdî wekî zimanê pêşîn were bikaranîn û kargehên wê biryarê bicih neyînin jî wê rastî cezayan bên.
Di wê nivîsa ku ji kargehên pêşwaziya geştiyarên derveyî Herêma Kurdistanê dikin re hatiye şandin de, hatiye xwestin ku zimanê kurdî wekî zimanê pêşîn di xizmetên xwe de bikar bînin.
Herwiha hatiye diyarkirin; ji bo menuyên xwarinan û tabelayan pêwîste kurdî zimanê pêşîn be û zimanên din piştî wê werin nivîsandin.
Desteya Turîzmê herwiha 15 roj mohlet daye kargehan û kargehên ku wê biryarê bicih neyînîn wê bêne cezakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin