Di sala 1994an de hat zîndanîkirin û pistî 30 salan ji zîndanê derket

17 July 2024 22:42 0 dîtin
Di sala 1994an de hat zîndanîkirin û pistî 30 salan ji zîndanê derket

PeyamaKurd – Halil Arslan, di sala 1994an de li navça Hîzanê ya bi ser bajarê Bedlîsê hat desteserkirin û li Diyarbekirê di dadgeha ewlehiyê ya dewletê de hat darizandin.

Sedema cezadayîna Arslan ew bû ku goya ‘Yekîtiya Dewletê Xerab Kiriye’ û ji ber wê jî cezayê heya bi heyayê dan Arslan.

Halil Arslan, di zîndanên Diyarbekir, Entab, Yozgat, Îzmîr, Tekirdağ, Bandırma û Semsûrê de ma. Herî dawiyê ji zîndana Diyarbekirê ya ku ewlehiya wê zêde di asta bilind de ye, hat berdan.

Halil Arslan, li ber derê zîndanê ji aliyê malbata wî û TUAY-DERê de hat pêşwazîkirin.