Nûnerên welatan di dema belavkirina axaftina Reîsî de ji salonê derketin

22 September 2021 12:29 0 dîtin
Nûnerên welatan di dema belavkirina axaftina Reîsî de ji salonê derketin

PeyamaKurd – Di civîna Netewên Yekbûyî ya li New Yorkê de, di dema belavkirina girtevîdyoya axaftina Serokkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” de, nûnerên welatan ji salonê derketin.

Îbrahîm Reîsî ku bi sedema tirsa ji rengehiya binçavkirinê, çûna xwe ya New Yorkê hilveşandibû, peyama xwe bi rêya girtevîdyoyekê ji kombûna rêberên cîhanê li Saziya Netewên Yekbûyî şandibû, lê di dema belavbûna peyama Serokkomarê rejîma Îranê de, nêzî tevahiya nûner û rêberên welatan, bi nîşandeke nerizayetiyê salona civînê bi cih hiştin û bilî çend nûnerên rejîma Îranê, kesekî din di wê salonê de neman.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Îranê rewatiya xwe li civaka navnetewî û navxweyî, ji dest daye û piraniya welatan ji fitneyên rejîma Îranê nerazî ne, lê rejîma Îranê çewtekarî û afirandina fitneyên xwe didomîne.