Karayilan: Pêvajoyeke çareseriyê nîne, divê ti kes xeyalên wiha neke!
PeyamaKurd – Serkirdeyê PKKê Murat Karayilan, li ser helwesta Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya nêzîkbûna DEM Partiyê û daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ên vê dawîyê li ser asayîbûn û îhtimala destpêkirina pêvajoyeke nû axivî.
Li gorî ragihandina medyaya nêzîkî PKKê, Karayîlan behsa gotinên rayedarên Tirkiyê derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê kiriye û gotiye, “Pir eşkere ye, desthilatdariya AKP-MHPê tengav bûye, ji ber ku planên wan bi ser neketin. Xwestin PKKê û Rêveberiya Xweser tesfiye bikin û ji ber vê yekê mesrefeke zêde kirin û bi wê sedemê krîza aborî li Tirkiyê zêde bû û niha jî dixwazin bi van axaftinan rojevê biguherin û krîza aborî veşêrin.”
‘Divê mirov zêde wateyê nede silava Bahçelî'
Karayîlan dibêje, “Divê mirov zêde wateyê nede silava ku Bahçelî da Partiya DEMê û vê mijarê mezin neke. Ji ber ku heya niha pêvajoyeke çareseriyê tine. Divê ti kes xeyalên wiha neke. Ew hîna her roj kurdan dikujin û êrîşan dikin. Bi vê sedemê eşkere ye ku Erdogan û desthilat mijûlî lîstokekê ne û nabe opozisyon bi vê lîstokê bê xapandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin