Erdogan: Em ê di 10ê Adarê de biryarê bidin!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan radigihand ku ew ê roja 10ê Adarê biryara hilbijartina ku tê payîn di 14ê Gulanê de bê kirin, bidin.
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, îro piştî civîna kabîneya xwe axivî û eşkere kir ku ew ê roja îniyê biryara hilbijartinê bidin û piştî biryar bê dayîn, dê roja din ew biryar bi rêya Rojnameya Fermî were ragihandin da ku li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê dest pê bike.
Erdogan di dewama axaftina xwe de got ku piştî 11ê Adarê, Komîteya Hilbijartinê ya Bilind, di ber mijarên hilbijartinê de dê berpirsiyar be.
Di yasayên Tirkiyeyê de piştî ku ji aliye Serokomariya Tirkiyeyê ve biryara hilbijartinê bê dayîn, divê piştî 60 rojan hilbijartin bê kirin.
Her wiha ji ber ku di 6ê Sibatê de li Mereşê 2 erdhejên mezin çêbûn û ev yek bû sedema wêraniya li 11 bajarên bakur û Tirkiyeyê, Erdogan got ku ew ê biryarnameyeke serokomariyê derxin da ku ew kes ji derfet û mafên xwe yên dengdayînê bêpar nemînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin