Îsraîl: Em ê peyameke zelal bidin Erdogan!

23 March 2024 09:02 0 dîtin
Îsraîl: Em ê peyameke zelal bidin Erdogan!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz ji ber gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da zanîn ku wan ji bo "şermezarkirina cidî" karmendê Tel Avîvê gazî wezaretê kirine.

Katz di peyama xwe de got, "Min ferman da rayedarên Wezareta Derve ya Îsraîlê ku gazî karmendê Tirkiyê bikin û ji ber êrişên wî yên li ser Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û gefên wî yên şandina wî ji Xwedê re peyameke zelal bidin Erdogan."

Katz da zanîn ku wê bi rêya karmend ev peyam ji Erdogan re bê dayîn:

"Kesê dawî yê ku qala Xwedê dike ew e ku piştgiriyê dide şewitandina pitikan, qatilan, tecawizkaran û sinetkirina cesedan a Hamasê. Xwedê tune ku guh bide wan kesên ku piştgiriyê didin hovîtî û sûcên hevalên we yên Hamasê yên barbar dikin. Bêdeng bin û şerm bikin."

Erdogan di mîtînga ku roja Pêncşemê li Qada Kayseriyê hat lidarxistin de got, "Em kesê bi navê Netanyahu yê bi navê Kahhar ji Rebbê xwe re dihêlin. Rebbê me wî tune bike."