Îsraîl: Êrîsa Sûriyê peyameke zelal e bo Qasim Suleymanî

22 January 2019 15:41 0 dîtin
Îsraîl: Êrîsa Sûriyê peyameke zelal e bo Qasim Suleymanî

PeyamaKurd – Wezîrê Gihandin û Îstixbarata Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku êrîşên wan ên hedefgirtina mewziyên Îranê li Sûriyê peyameke zelal e ji bo Qasim Suleymaniyê Fermandarê Hêza Qûds a Operasyonên Derve ya Îranê.

Du roj berê Îsraîlê li Şamê êrîşî armancên Feylaq el Qûds kiribû ku ew hêz girêdayî Pasdarên Îranê ye.

Wezîrê Gihandin û Îstixbarata Îsraîlê Yisrael Katz li ser wê êrîşê got ku êrîşa ser Sûriyê peyameke vekirî ye ji bo Qasim Suleymanî û destnîşan kir, “Yên ku êrîşî me bikin, dê bedelê wê giran bidin.”