Rayedarê Amerîkî: Me bi êrîsan peyameke zelal ji Îranê re sand
PeyamaKurd - Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Warburg li ser êrîşên Amerîkayê bi ser komên milîsên Îranê yên li Iraq û Sûriyê axivî û got, wan peyameke zelaz daye Îranê.
Warburg got: “Bi rêya wan êrîşan me peyameke zelal ji Îranê û milîsan re şand ku dem hatiye ew êrîşên xwe yên li ser binkeyên Amerîkayê rawestînin.”
Rayedarê Amerîkî diyar kir: “Êrîşên Amerîka li ser milîsên ku Îran piştgirîya wan dike, destpêka bersiva Amerîka ye û dê ne yên dawî bin, ji ber ku van milîsan êrîşên bêbehane li ser hêzên Amerîkî kirin, bê guman jî di rojên pêş de emê bersiveke din jî bibînin.”
Warburg destnîşan kir: “Êrîşên me yên li ser baregehên milîsên ku Îran piştevaniya wan dike, tenê destpêk e û em ê di rojên pêş de tedbîrên din bigirin.”
Li gorî zanyariyan, di encama êrîşên esmanî yên Amerîkayê ku şeva 3yê Sibatê li Sûriye û Iraqê pêk hatin, 85 bingehên milîsan û Pasdarên Îranê hatine hledef girtin û 35 kes jî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin