Tuncer Bakirhan: Rêya çareseriyê naskirina statuya gelê Kurd e

28 May 2024 17:11 0 dîtin
Tuncer Bakirhan: Rêya çareseriyê naskirina statuya gelê Kurd e

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di gotara koma partiya xwe ya parlamentoyê de ragihand ku rêya çareseriyê naskirina statûya gelê Kurd e.

Bakirhan di destpêka axaftina xwe de, êrîşa Îsraîlê ya li hemberî kampa sivîlan li Refahê şermezar kir û got, xelkê Filîstînê ne bitenê ye û helwesta hêzên navneteweyî rexne kir.

Bakirhan di berdewama axaftina xwe de, bang li AK Partiyê kir ku dawî li tîfaqa bi MHPyê re werîne û wiha pê de çû: “Hûn û şirîkê xwe JÎTEM bi hev re vî welatî birêve dibin. Heta ku ev tifaqa we bidome dê kesên bertîlê didin, bazirganên madeyên hişbir neyên girtin û darizandin. Rêya pêşîlêgirtina rizîbûna heyî, bidawîkirina tifaqa bi JÎTEMê re ye. Piştrast bin aktorê sereke yê tevahiya van krîz û aloziyan MHP ye. Dê di dawiya dawî de MHP dawiya AKPyê jî bîne.”

Rêya çareseriyê naskirina statuya gelê Kurd e

Herwiha Bakirhan destnîşan kir, “Çareseriya pirsgirêkan pir hêsan e. Tekane rêya çareseriyê ji bo welatekî demokratîk û Tirkiyeyîbûnê çareserî naskirina statuya gelê Kurd e. Ev, dê mekanîzmaya darbeyê jî tune bike. Ji bo welatekî demokratîk, divê modêleke çareseriyê ya statûya gelê kurd nas dike hebe. Tapûya veguherîna demokratîk a welat, destûreke bingehîn a demokratîk e."